Li Mêrdînê ji ber barana zêde lehî rabû

Li Mêrdînê ji ber barana zêde lehî rabû

Li Mêrdînê barana ku ji doh êvarî ve barîya bû sedema rabûna lehîyê, ji ber lehîyê gelek tax di bin avê de man.

Hat ragihandin li Qoser û Artûkluya navçeyên Mêrdînê barana ku ji doh êvarî ve barîya bû sedema rabûna lehîyê, ji ber lehîyê gelek tax di bin avê de man.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji barana ku ji doh êvarî ve zêde barîya li gundên bi navê Sellax, Hêşerî û Boxazîya Mezin ên girêdayê Qoser û Artûkluyê gelek mal di bin avê de man.

Yekîneyên AFADê çûn hawara gundîyê Boxazîya Mezin ên ku malên wan di bin avê de mabûn. Yekîneyan bi botan û bi kepçeyan welatîyan xelas kirin.

Ji ber lehîya ku rabû zirareke mezin li gundan pêk hat. Gundî teleb dikin ku ji wan alîkarî bê kirin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.