Li Mêrdînê wesayîta bombebarkirî hat bidestxistin

Li Mêrdînê wesayîta bombebarkirî hat bidestxistin

Li Mêrdînê wesayîta ku tê de nêzî 250 kîlo bombe hebû hat bidestxistin. 5 kesên ku di wesayîtê de bûn hatin binçavkirin.

Li ser îxbara ku hat kirin li Mêrdînê ji teref ekîbên polêsan ve wesayîtek hat sekinandin. Di wesayîta ku hat sekinandin de nêzî 250 kîlo teqemenî hat bidestxistin.

Her wisa 5 kesên ku wesayîtê de bûn jî hatin binçavkirin.

Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Mêrdînê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin  di operasyona ku ji ber îxbara ku hat kirin de 31ê Cotmeha 2018an derdora seat 19.30î de li ser Rêbeja Ceylanpinar-Qoserê di wesayîta ku hat sekinandin 247 kîlo teqemenî hat bidestxistin û kesên bi navê V.T, F.T, A.D, F.T, O.Y. jî hatin binçavkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.