Li Mêrsînê di malekê de 5 kes mirî hatin dîtin

Li Mêrsînê di malekê de 5 kes mirî hatin dîtin

​Li Akdenîza navçeya Mêrsînê di malekê de 5 kes mirî hatin dîtin.

Hat ragihandin li Akdenîza navçeya Mêrsînê di malekê de  3 jê zarok, dê û bav tevde ceseda 5 kesan hatin dîtin.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin îxbar ji polêsan re hat kirin ku li Taxa Gundogduya Akdenîzê di malekê de cesed hene. Ji ber îxbara ku hat kirin polês hatin cihê bûyerê û di malê de lêkolîn kirin. Di encama lêkolînê de polês li rasta 5 kesên mirî hatin. Tê diyarkirin yên mirî 3 ji wan zarok, dê û bav e.

Tê diyarkirin bavê ku aqil avêtîye pêşî jina xwe û zarokên xwe kuştiye û dû re jî xwe kuştiye.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.