Li Meşheda Îranê teqîn: 10 mirî 5 birîndar
Di teqîna ku li Meşheda Îranê pêk hat de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin di avahîyheke ku li ser Kolana Pursînaya Meşheda Îranê de teqînek pêk hat, di encama teqîna ku pêk hat de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin teqîn ji ber germkerê avê pêk hatiye. Ji ber tundîya teqînê 3 avahî hilweşîyan û 15 avahî jî zirar dîtin. Tê diyarkirin ji ber teqîna ku pêk hat 6 kes li cihê bûyerê û 4 kes jî li nexweşxanê jiyana xwe ji dest dan û tedawîya 5 kesên ku hatin rakirin nexwşexanê jî berdewam dike.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.