Li meydana gund pevçûna çekdarî: 3 mirî 7 birîndar

Li meydana gund pevçûna çekdarî: 3 mirî 7 birîndar

Di pevçûna ku li gundekî Nîgdeyê derket de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin di pevçûna ku li gundekî Nîgdeyê derket de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn.

Pevçûn li gundê bi navê Bayatê di navbera du malbatan de pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn di navbera 2 malbatan de pevçûn derket û di pevçûnê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn.

Li gund 8 çekên ku tê diyarkirin di pevçûnê de hatine bikaranîn hatin qefaltin û 16 kes jî hatin binçavkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.