Li Misirê rewşa derasayî 3 mehên din hat dirêjkirin

Li Misirê rewşa derasayî 3 mehên din hat dirêjkirin

Abdulfettah es-Sîsîyê ku bi derbê hat serî li Misirê rewşa derasayî 3 mehên din jî dirêj kir.

Abdulfettahê Sîsîyê ku darbê li Serokomarê Misirê Muhammed Mursî kir û ev 4 sal in ku wî di girtîgehê de di hucreyekê de digire rewşa derasayî 3 mehên din jî dirêj kir.

Sala borî li Îskenderîye û Tantaya Misirê êrîşa bi bombeyî hatibûn lidarxistin û di êrîşan de 45 kes miribûn û 125 kes jî birîndar bûbûn. Ji ber êrîşên ku hatibûn lidarxistin es-Sîsî bo 3 mehan rewşa derasayî îlan kiribû. Es-Sîsî çi qas wextê vê rewşa derasayî diqede dîsa dirêj dike.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.