Li Nepalê 8 çiyager mirin û 9 jî winda bûn
Li Nepalê 8 çiyagerên ku li ser Çiyayê Gurjayê kona xwe danîbûn ji ber bagera berfê jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin li Nepalê 8 çiyagerên ji yekîneya keşfê ya Koreya Başûr a ku li ser Çiyayê Gurjayê kona xwe danîbûn ji ber bagera berfê jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî winda bûn.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin bedena 4 çiyagerên Koreya Başûr û yên 4 rêberên Nepalî di bin konan de hat dîtin. Tê diyarkirin ji ber hewaya cemîdî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi zehmetî tên kirin. Tê diyarkirin ji bo cesedên kesên ku mirine bên wergirtin helîkopter dakete li serê çiyê, lê belê bi serneketiye ku ceseda kesên mirî bistîne.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.