Li Nevşehîrê qeza: 5 mirî 4 birîndar

Li Nevşehîrê qeza: 5 mirî 4 birîndar

Di qezaya ku li Nevşehîrê pêk hat de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li ser Rêbeja Nevşehîr-Urgubê qeza pêk hat, di encama qezaya ku pêk hat de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin  otomobîla bi plaqeya 66 AAB 610 a ku ber bi Nevşehîrê ve diçû li qamyoneta bi plaqeya 50 BC 862 a ku li kevîya rê parkkirîbû qelibî, di encama qezayê de 3 jê pîrek tev de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku wesayîtek li wesayîtên ku qeza kiribûn neqelibî sekinî, wesayîta ku ji paşve dihat li wesayîta sekinî qelibî û qezayeke din pêk hat, di vê qezayê de jî  4 kes jî birîndar bûn.

Gelek ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin û kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.