Li Nîjeryayê avahîya mektebê hilweşîya: Bi dehan zarok di bin enqazê de man

Li Nîjeryayê avahîya mektebê hilweşîya: Bi dehan zarok di bin enqazê de man

Li Lagosa bajêra Nîjeryayê avahîya mektebekê hilweşîya, di encama hilweşîna avahîyê de bi dehan zarok di bin enqazê de man.

Hat ragihandin li Lagosa bajêra Nîjeryayê avahîya mektebekê hilweşîya, di encama hilweşîna avahîyê de bi dehan zarok di bin enqazê de man.

Piştî ku avahî hilweşîya re gelek yekîneyên rizgarkirinê hatin sewqkirin cihê bûyerê. Di encama xebatên ku hatin kirin de ceseda 8 zarokan hat derxistin û 10 zarok jî hatin rizgarkirin. Tê diyarkirin nêzî 100 xwendekar di bin avahîyê de mane.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.