Li Nîjeryayê êrîşa çekdarî: 20 mirî

Li Nîjeryayê êrîşa çekdarî: 20 mirî

LiKaduna parêzgeha Nîjeryayê çend kesên êrîşkarên çekdar êrîşî gundekî kirin, di êrîşa ku hat kirin de 20 kes mirin.

Hat ragihandin li  Kaduna parêzgeha Nîjeryayê çend kesên êrîşkarên çekdar êrîşî gundekî kirin, di êrîşa ku hat kirin de 20 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku ji teref şahidan ve hatine dayîn; kesên êrîşkar cil û bergên leşkerî li xwe kiribûn û di destên wan de çekên AK-47 hebû.

Gundîyan diyar kirin kesên êrîşkar çawa ketin gund hema ji berê ve di ser gundîyan de berik reşandin.

Tê diyarkirin di encama êrîşa çekdarî ya ku hat kirin de 20 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.