Li Pakistanê êrîş: 132 mirî, 232 birîndar

Li Pakistanê êrîş: 132 mirî, 232 birîndar

Li Pakistanê di du êrîşên cûda yên ku li mîtîngên hilbijartinê hatin kirin de 132 kesan jiyana xwe ji dest dan û 232 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li herêmên Wezîrîstana Bakur û Belûcîstana Pakistanê di rojekê de 2 êrîşên bombeyî  li  mîtîngên hilbijartinê hat kirin.

Di encama êrîşên ku li Belûcîstanê hat kirin de 128 kesan jiyana xwe ji dest dan  û 200 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin di nav wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane de Navabzade Sîraj Raîsanîyê namzedê parlementerîyê jî heye.

Her wisa hat diyarkirin li Wezîrîstana Bakur dema ku Akra Khan Durranîyê namzedê parlementerîyê yê ku ji mîtîngê vedigerîya êrîşa bombeyî li konvoya wî hat kirin. Di vê êrîşa ku hat kirin de jî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 32 kes jî birîndar bûn.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.