Li Pakistanê êrîşa çekdarî li otelê hat kirin: 8 mirî 6 birîndar

Li Pakistanê êrîşa çekdarî li otelê hat kirin: 8 mirî 6 birîndar

Li Pakistanê êrîşa çekdarî li otelekê hat kirin, di encama êrîşa çekdarîde yek jê leşker, 4 xebatkarên otelê tevde 8 kes jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Pakistanê êrîşa çekdarî li otelekê hat kirin, di encama êrîşa çekdarî  de yek jê leşker, 4 xebatkarên otelê tevde 8 kes jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin êrîş li Gvadara bajêra Pakistanê pêk hat. Tê diyarkirin 3 kesên êrîşkar bi çekan ketin hundirê otelê û xwestin ku kesên sîwîl dîl bistînin. Lê belê dema ku kesên êrîşkar xwestin sîwîlan dîl bistînin wezîfedarên ewlehîyê mudaxeleyî êrîşkaran kirin û pevçûn derket.

Di encama pevçûna ku derket de yek jê leşker, 4 xebatkarên otelê tevde 8 kes jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.

Hat hînbûn êrîşa ku hat kirin ji teref Artêşa Azadîyê ya Belûcistanê ve li ser xwe hat girtin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.