Li Pakistanê otobusa rêwîyan û tankera neftê li hev qelibîn: 26 mirî
Li Pakistanê otobusa rêwîyan û tankera neftê li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 26 kes jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin li Karaçîya Pakistanê otobusa rêwîyan û tankera neftê li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 26 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin otobusa rêwîyan a ku ji Karaçîyê ber bi herêma Panjgurê ve diçû bi tankera neftê re li hev qelibî. Di encama qezaya ku pêk hat de 26 kes jiyana xwe ji dest dan û herê kêm 10 rêwî jî birîndar bûn.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.