Li Parîsê di pîrozbahîyên Yekê Gûlanê de pevçûn derket

Li Parîsê di pîrozbahîyên Yekê Gûlanê de pevçûn derket

Li Parîsa paytexta Fransayê di pîrozbahîyên Yekê Gûlanê de hinek kom bi polêsan re pev çûn, di bûyerên ku derketin de bi sedan kes hatin binçavkirin.

Hat ragihandin li Parîsa paytexta Fransayê 20 hezar kes beşdarî pîrozbahîyên Yekê Gûlanê bûn. Di dema pîrozbahîyan de di nava koma xwepêşander û polêsan de pevçûn derket. Xwepêşanderên rûyên wan nixûmandî û çapgir camên dikanên li nêzî îstasyona trênê ya Austerlîtzê şikandin û wesayîtan şewitandin. Polêsan bi xanên rondikrêj mudaxeleyî xwepêşanderan kirin.

Di encama xwepêşanan de bi sedan kes hatin binçavkirin.

Sendîqayên li Parîsê ji guherîna qanûnê ya ku dê ji teref Serokkomar Emmanuel Macron ve bê kirin re bertek nîşan didin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.