Li Parîsê teqîn: 2 mirî 47 birîndar
Di teqîna ku li Parîsa paytexta Fransayê pêk hat de 2 kes mirin û 47 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li Parîsa paytexta Fransayê di firinekê de ji ber qeçaxa xazê teqîn pêk hat. Di encama teqîna ku pêk hat de 2 kes mirin û 12 jê giran tevde 47 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin teqîn li ser Kolana Trevîseyê pêk hat. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.