Li Reyhanliyê teqîn: 3 mirî
Li ReyhanliyaHatayê di wesayîtekê de teqîn pêk hat, di encama teqîna ku pêk hat de 3 kes jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin li Reyhanliya Hatayê di wesayîtekê de teqîn pêk hat, di encama teqîna ku pêk hat de 3 kes jiyana xwe ji dest dan .
Teqîn derdora seat 13.00an de li nêzî Qeymeqamtîya Reyhanliyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta li ber rê parkkirî ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn ji nişka ve teqîya. Di encama teqîna ku pêk hat de 3 kesên ku di wesayîtê de bûn jiyana xwe ji dest dan.
Piştî teqînê gelek ambûlans û îtfaîye hatin sewqkirin cihê bûyerê.
Derbarê teqînê de ji teref Serokomar Erdogan ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de Erdogan destnîşan kir "Delîlên niha diyar dikin ku ev teqîn ji ber êrîşeke terorî ye. Hêj nediyar e di wesayîtê de bombe hebû yan na. Li gorî agahîya ku ji teref wezîrê min yê karê hundir daye 3 kesên ku di wesayîtê de bûn mirine."
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.