Li Riha, Mêrdîn û Şirnexê mekteb 3 rojên din jî hatin tatîlkirin
Hat ragihandin ji berharekata ku ji teref Tirkîyê ve li Sûrîyê tê kirin li Riha, Mêrdîn û Şirnexê mekteb 3 rojên din jî hatin tatîlkirin.
Li gorî agahîyên ku hatine kirin li Girê Spî, Serê Kanîyê temamê mekteban û li Pirsûs û Bîrecûkê jî hinek mekteb ji bo 3 rojan hatin tatîlkirin. Her wisa li Mêrdînê jî mektebên ku li Qoser û Artukluyê mektebên ku li nêzî sînorê ne û li 53 gundên ku li Cizîrê, Hezex û Silopîyê li nêzî sînorê ne mekteb ji bo 3 rojan hatin tatîlkirin.
Derbarê mijarê de ji teref walîtîyên bajaran ve daxuyanî hat dayîn û hat diyarkirin mekteb ji bo 3 rojan hatine tatîlkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.