Li Rihayê ceseda qizîka 2 salî ya serê wê jêkirî hat dîtin

Li Rihayê ceseda qizîka 2 salî ya serê wê jêkirî hat dîtin

Li Rihayê ceseda bebekeke ku serê wê hatibû jêkirin û hatibû binaxkirin hat dîtin.

Li Eyyubîya navçeya Rihayê ceseda bebekeke 2 salî ya ku serê wê hatibû jêkirin û hatibû binaxkirin hat dîtin.

Bûyerê li Taxa Yenîceya Eyyûbîyeya Rihayê pêk hat. Li gor îddîayan kesên li derdorê dîtin ku di nav molozan de ceseda bebekeke ku serê wê jêkirîbû dîtin û xeberê dan polêsan.

Di encama lêkolîna ku hat kirin de hat tespîtkirin ku serê bebeka 2 salî hatiye jêkirin û digel cesedê hatiye binaxkirin. Li gor agahîyan cesed berî vê 20 rojan hatiye binaxkirin.

Bo otopsî bê kirin ceseda qizîka biçûk hat birin Sazîya Tipa Edlî ya Rihayê.

Hat ragihandin dê û dêmarîya qizîkê hatine binçavkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.