Li Rihayê înfaz
Li Bîrecîka Rihayê kesek di nava wesayîta xwe de hat înfazkirin.
Hat ragihandin li Bîrecîka Rihayê kesekî bi navê Reşîd Çetîn di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin Reşîd Çetînê ku li gundê Mezraya Bîrecîka Rihayê îqamet dikir û li Xalfetîyê karê tamîrê traktoran dikin bo biçe kargeha xwe ji malê derket. Li herêma ku ji gundê Sorik 3 kîlometre dûr bû êrîşa çekdarî li Çetîn hat kirin. Çetîn di encama êrîşa çekdarî de jitana xwe ji dest da.
Piştî ku bi bûyerê hat hisîn re polês hatin sewqkirin cihê bûyerê. Di encama lêkolîna ku hat kirin de hat tespîtkirin ku berikek di serê Çetîn de hatiye berdan.
Naaşa Çetîn bo otopsîyê hat birin Sazîya Adlî ya Tipê.
Hêj nayê zanîn ku êrîş ji teref kî ve hatiye kirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.