Li Rihayê otomobîl teqla avêt: 7 birîndar
Li Rihayê otomobîla ku 7 kes tê de bûn qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 7 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin li Rihayê otomobîla ku 7 kes tê de bûn qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 7 kes birîndar bûn.
Qeza derdora seat 16.00an de li ser 12emîn kîlometreya Rêbeja Sêwereg-Kahtayê li nêzî gundê Tezxirabê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otomobîsa bi plaqeya 02 KA 197 a ku ajokarê wê Xeyreddîn Dag bû ji ber ariza ku pêk hat gindirî şarampolê û teqle avêt.
Di encama qezaya ku pêk hat de 7 kesên bi navê Xeyreddîn, Siltan, Zeynep, Adem, Esra, Yûsif û Recep Dag birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwregê.
Hat hînbûn derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.