Li Rihayê pevçûna çekdar: Kesek mir û 5 kes jî birîndar bûn

Li Rihayê pevçûna çekdar: Kesek mir û 5 kes jî birîndar bûn

Li Xalfetîya Rihayê pevçûna çekdar derket, di encama pevçûna ku derket de kesek jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Xalfetîya Rihayê pevçûna çekdar derket, di encama pevçûna ku derket de kesek jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Bûyer derdora wextên nîvro de li gundê Tishayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn di navbera kesên bi navê Hakan B. û lawê Ahmet G. de pevçûn derket û pevçûn di demeke kurt de mezin  bû.

Li gorî îddîayan Ahmet G.yê ku bi bûyerê hesîya hat cihê bûyerê û berik berda li ser kesên hember de. Di encama bûyera ku pêk hat de Hakan B. jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê û Ahmet G. jî hat binçavkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.