Li Samsûnê pevçûna parkkirinê: Polês dikandarekî kuşt

Li Samsûnê pevçûna parkkirinê: Polês dikandarekî kuşt

Li Îlk Adima navçeya Samsûnê li ser mesela otoparkê di navbera dikandar û polêsekî de pevçûn derket, di encama pevçûnê de polês bi çeka li ser xwe xwedîyê dikanê kuşt.

Bûyer li Taxa Pazarê ya Îlk Adima navçeya Samsûnê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin polêsê bi navê Adem Y. û dikandarên bi navê Rasîm Sabah û Fatîh Ç. ji ber meseleya otoparkê pevçûn.

Ji ber ku pevçûn mezin bû polêsê bi navê Adem gule berda xwedîyê dikanan. Di encama bûyerê de Rasîm Sabah û Fatîh Ç. giran birîndar bûn û hatin rakirin nexweşxanê.

Rasîmê ku giran birîndar bûbû digel temamê midaxeleyan jiyana xwe ji dest da.

Polêsê bi navê Adem ji teref polêsên ku hatin cihê bûyerê ve hat binçavkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.