Li ser navê Şehîd Yasîn û hevalên wî goştê qurbanan belav kirin

Li ser navê Şehîd Yasîn û hevalên wî goştê qurbanan belav kirin

Kerwana Umûdê li Entabê li ser navê Yasîn Boru û hevalên wî yên ku berî vê 4 salan dema ku goştê qurbanan belav dikirin ji teref PKKyîyan ve hatibûn şehîdkirin ji bi hezaran malbatên feqîr re goştê qurbanan belav kir.

Endam û dildarên Kerwana Umûdê li Entabê li ser navê Yasîn Boru û hevalên wî yên ku berî vê 4 salan dema ku goştê qurbanan belav dikirin ji teref PKKyîyan ve hatibûn şehîdkirin ji bi hezaran malbatên feqîr re goştê qurbanan belav kir.

Piştî belavkrina goştê qurbanan Nîhat Bakşîyê rayedarê Kerwana Umûdê derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir. Bakşî di nirxandina ku kir de diyar kir ew li ser navê Yasîn Boru, Hasan Gokgoz, Huseyîn Dakak û Rîyad Guneşê ku dema goştê qurbanan belav dikirin ji teref  PKK/HDPyîyan ve hatibûn qetilkirin, goştê qurbanan li feqîran belav kirine.

Bakşî di berdewama axavtina xwe de diyar kir  Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di 6-7ê Cotmeha sala 2014an de ji teref PKK/HDPyîyan ve bi şikleke hovane hatine qetilkirin nehatine jibîrkirin û dê neyên jibîrkirin jî. Bakşî dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Bûyerên 6-7ê Cotmehê bi rastî jî wexteke yaman bû. Di wê çaxê de hêzên şer û nexasim PKK di bin navên cûda de li hember Mislimanan operasyona tinekirinê dabûn destpêkirin. Lê belê Yasîn Boruyên nazenîn û ciwan xwe feda kirin û bo  di Îda Qurbanê de parçeyek goşt bikeve malên kesên feqîr û jar hewl dan. Yasîn û hevalên wî dema ku hewl dan goştê qurbanan belav bikin bi şiklekek hovane hatin şehîdkirin. Me tu carî Yasîn û hevalên wî ji bîr nekir û em ê jibîr jî nekin.”

Bakşî di dawîya axavtina xwe de ji kesên ku keda wan di belavkirina goştên qurbanan de hene û ji xêrwazên ku qurbanên xwe ji wan re bexşandine re teşekur kir û got “Em wan goştên ku Yasîn û hevalên wî nikaribûn belav bikin hewl didin belav bikin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.