Li ser Rêbeja Riha-Wêranşarê qeza: 4 mirî 3 birîndar

Li ser Rêbeja Riha-Wêranşarê qeza: 4 mirî 3 birîndar

Di qezaya ku li ser Rêbeja Riha-Wêranşarê pêk hat de4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin qeza li mewqîya Daxyaniya li ser Rêbeja Riha-Wêranşarê pêk hat. Li gor îddîayan otomobîla bi plaqeya 16 F 9996 a ku navê ajokara wê nehat hînbûn TIRek rê leng teng kir û otomobîl ji rê derket û ket nava ava li kevîya rê.

Di encama qezaya ku pêk hat de kesên bi navê Ayşe Îrgun, Mehmet Îrgun, Remzîye Îrgun û Alî Îrgun jiyana xwe ji dest dan û 3 kesên di jî giran birîndar bûn.

Kesên birîndar ên ku di nav otomobîlê de asê mabûn ji teref wezîfedaran ve hatin xelaskirin û bi ambûlansan hatin birin nexweşxanê.

Hat hînbûn rewşa kesên birîndar nebaş e.(ÎLKHA)














 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.