Li ser Rêya Hevrişîmê qeza:17 birîndar

Li ser Rêya Hevrişîmê qeza:17 birîndar

ŞIRNEX-Di qezaya ku li ser Rêya Hevrişîmê pêk hat de 17 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin li ser Rêya Hevrişîmê ya di navbera Cizîra Şirnexê û Nisêbîna Mêrdînê ye mînîbûsa rêwîyan qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 17 kes birîndar bûn.

Qeza li ser 45emîn kîlometreya Rêya Hevrişîmê li nêzî gundê Çigira Hezexê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin mînîbûsa bi plaqeya 73 DL 898 a ku ji Cizîrê ber bi Diyarbekirê ve diçû ji ber ku ajovan hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qeza kir û qulibî.

Di qezayê de 17 kes birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.