Li Sêrtê êrîşa çekdarî li polês hat kirin

Li Sêrtê êrîşa çekdarî li polês hat kirin

Li navenda Sêrtê êrîşa çekdarî li polêsan hat kirin.

Hat ragihandin li Taxa Algula Sêrtê ji ber ku dengê çekan hat polês çûn cihê bûyerê. Polêsên ku çûn cihê bûyerê li rastî êrîşa çekdarî hatin. Di encama êrîşa çekdarî de polêsek birîndar bû.

Bûyer derdora 12ên şevê de li Taxa Algulê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin piştî gule hatin berdan re îxbar ji polêsan re hat kirin. Polêsên ku çûn cihê bûyerê li rastî êrîşa çekdarî hatin. Di encama êrîşa çekdarî de polêsek birîndar bû.

Polêsê ku birîndar bû bi ambûlansê hat rakirin nexweşxanê.

Ji bo kesên êrîşkar bên girtin xebat berdewam dikin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.