Li Sêrtê qeza: 3 kes giran birîndar bûn
Li Madena gundê Sêrtê wesayîtek ji rê derket û gindirî şarampolê, di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes giran birîndar bûn.
Hat ragihandin li Madena gundê Sêrtê wesayîtek ji rê derket û gindirî şarampolê, di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes giran birîndar bûn.
Qeza li Madena gundê Şîrvana Sêrtê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta bi plaqeya 06 AY 1986 a ku ajokarê wê Yilmaz Adimak bû ji ber ku şofêr hakîmîyeta dîreksîyonê winda kir wesayît gindirî şarampolê.
Di encama qezaya ku pêk hat de 3 kesên bi navê Yilmaz Adimak, Mehmet Alî Kurtoglu û Sanî Çavut giran birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansê hatin rakirin nexweşxanê.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.