Li Silêmanîyê 5 kesên din ji Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li Silêmanîyê 5 kesên din ji Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Hat ragihandin Herêma Kurdistanê 5 kesên din ji Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Li gorî agahîyên ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve hatine belavkirin îro li Silêmanîyê 5 kesên din ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Piştî Îda Remezanê di serî de li Silêmanîyê û her wisa li temamê Herêma Kurdistanê hejmara kesên ku bi Coronavîrsê ketin zêde bûn û yên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dan zêde bû.

Li Herêma Kurdistanê heta niha 3 hezar û 539 kesî vîrus hat kirin. Ji van kesên ku pêketin 1358 kes baş bûn û 106 kes jî canê xwe ji dest dan.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.