Li Şirnexê ji Gezûyê çêkirina dimsê dest pê kir

Li Şirnexê ji Gezûyê çêkirina dimsê dest pê kir

Li Şirnexê piştî baranên zêde, gezoya ku di ser darên berûyê de çêdibe û di nav gel de wekî "helawa qudretê" tê zanîn, piştî ku hat kombûn û pakkirin vediguhere dimsa gezoyê ya ku dîroka wê vedigere sedsalan.

Li Şirnexê werza zivistanê ya ku îsal bi baran derbas bû, piştî salan di darên berûyê de bollix û bereketa Gezoyê (helawa qudretê) anî holê.

Gezûya ku ji xweşiyên siruştê hat komkirin, bi rêbazên kevneşopî yên jinên Şirnexî vediguhere dimsa gezûyê ku wekî çavkaniya şîfayê tê zanîn.

Pêkhatina şîfayî û şirîn ku di nav gel de wekî "helawa qudretê" û bi navê xwe yê berbelav ê herêmî wekî "Gezû" tê zanîn, dîsa di pelên darên berûyê de derket holê.

Gezûya ku xurekeke siruştî ye, nexasim di heyama biharê û destpêka havînê de piştî lêdana birûskan û barîna baranan di pelên darên berû û çinarê de çêdibe.

Ev derdana şirîn û zeliqokî ku bi çêbûna mercên hewayê yên diyarkirî di pelên darên berûyê de derdikeve holê, dibe xwedî dîmenekî krîstalî.

Gezû, ji aliyê gelê herêmê ve bi baweriya ku şîfayî ye bi xebatek û xwedîderketineke mezin tê komkirin.

Çawa ku ji pelan tê qedandin û rasterast tê xwarin, wisa jî di qazanan de tê kelandin û bi rêbazên kevneşopî di çêkirina cûreyên şirînayî û dimsên şîfayî de jî tê bikaranîn.

Li herêmên cihêreng ên Tirkiyeyê ji tirî, tû, xurmeya biznê (keçîboynuzu) û pîvokan dims tê berhemankirin; li Şirnexê jî Dimsa Gezûyê bi pêvajoya xwe ya berhemhatinê ya kêmwêne û zehf zehmet derdikeve pêş.

Tê diyar kirin ku Gezû, di hin salên ku mercên avhewayê yên guncav çêdibin de bi mîktarek zêde tê dîtin.

Çêkirina Dimsa Gezûyê:

Gezûya ku tê komkirin, pêşî di parzûnên hûr (sêrik) re tê derbaskirin û ji pel û pirtikên darik û çeqilan tê veqetandin.

Beşê pirtikî yê ku di parzûnê de dimîne jî tê xistin nava teşt an firaqên mezin, av li ser tê zêdekirin û şevekê tê hiştin. Di vê pêvajoyê de cewherê gezûyê hemû derbasî nav avê dibe.

Têkiliya ku roja din hat hiştin dîsa tê parzûnkirin. Ava ku tê destxistin, di qazanê de li ser agirê darik û çeqilan saetan tê kelandin û vediguhere Dimsa (Doşaw) Gezûyê.

Kefa reş a ku di dema kelandinê de li ser rûyê avê çêdibe berdewam tê paqijkirin. Di dawiya pêvajoya kelandinê ya ku nêzîkî 5 saetan dikişîne de Dimsa Gezûyê ya ku powext dibe û rengê wê tarî dibe, ji ser kera agir tê girtin û ji bo sarbûnê tê hiştin.

Dimsa ku sar dibe, piştre di destên (kavanozên) şûşeyî de tê tije kirin û ji bo xwarinê tê parastin.

Dimsa Gezûyê ku sade tê xwarin, ligel masta jî tê xwarin û di çêkirina şirînayiyan de jî tê bikaranîn.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.