Li Srî Lankayê êrîşî çend camîyan hat kirin
Li Srî Lankayê piştî ku li çend dêr û otelan bombe hat teqandin re vêcar êrîşên li hember camîyan dest pê kirin.
Hat ragihandin li Srî Lankayê piştî ku li çend dêr û otelan bombe hat teqandin re vêcar êrîşên li hember camîyan dest pê kirin. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Chîlawa bajêra li xerba welêt êrîş li camî û dikanên Mislimanan hat kirin.
Roja yekşemê di encama nîqaşa ku ji ser Facebooka medyaya civakî dest pê kir de li Chîlawa ku ekserîyeta wê Xiristîyan in komek êrîş bir li ser mizgeftan û li ser dikanên Mislimanên ku li wê derê dijîn.
Ji ber êrîşa ku hat li dikanên Mislimanan û camîyan hatin kirin polêsan çend kesan binçav kirin.
Berdevkê Artêşê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir, ji bo ku bûyer bên kontrolkirin li herêmê êvaran derketina derve hatiye qedexekirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.