Li Srîlankayê li hember Mislimanan êrîş berdewam dikin
Li Srîlankayê piştî êrîşên ku li dêran hatin kirin re, li hember Mislimanan êrîş hatibûn destpêkirin ku dijminên Îslamê van êrîşên xw eyên li hember Mislimanan didomînin.
Hat ragihadnin li Srîlankayê piştî êrîşên ku li dêran hatin kirin re, li hember Mislimanan êrîş hatibûn destpêkirin ku dijminên Îslamê van êrîşên xwe yên li hember Mislimanan didomînin. Vêcarê li Kolomboya paytexta Srî Lankayê fabrîqayeke ku aîdî Mislimanan bû hat şewitandin.
Di wan rojên borî de jî dîsa fabrîqayeke maqarnayê ya ku aîdî Mislimanekî bû hatibû şewitandin.
Li welêt ev bû du roj ku êvaran derketina derve hatiye qedexekirin. Di van du rojên dawî de Mislimanek bû hedefa êrîşan. Komekî ku destbişûr Mislimanekî bi navê Fazul Amenê ku karê firotina xalîyan dike qetil kirin. Amenê ku hat şehîdkirin di bin tedbîrên ewlehîyê yên zêde de hat definkirin.
Di van rojên borî de êrîş li çend camî û malên Mislimanan hatibûn kirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.