Li Stenbolê êrîş: Ji heman malbatê 3 kes canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû

Li Stenbolê êrîş: Ji heman malbatê 3 kes canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû

Li Pendîka Stenbolê kesekî êrîşkar bi çeka xwe êrîş bir li ser kesên di marketê de, di encama êrîşa ku hat kirin de 3 kes canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

Hat ragihandin li Pendîka Stenbolê kesekî êrîşkar bi çeka xwe êrîş bir li ser kesên di marketê de, di encama êrîşa ku hat kirin de 3 kes canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

Bûyer derdora 09.30î de li Pendîlê di marketekê de pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin kesê bi navê A.E. êrîş bir li ser kesên di marketê de. Di encama êrîşa ku hat kirin de ji heman malbatê 3 kesên bi navê Orhan Yilmaz, Rabîa Yilma û Ahmet Yilmaz canê xwe ji dest dan û Ayhan Yilmaz jî briîndar bû.

Hat hînbûn êrîş ji ber meseleya xwestina qîzê pêk hatiye.

Kesê êrîşkar hat binçavkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.