Li Stenbolê otobusa rêwîyan qeza kir: 5 mirî, 26 birîndar

Li Stenbolê otobusa rêwîyan qeza kir: 5 mirî, 26 birîndar

Di encama qezaya ku li ser Şahrêya Marmaraya Bakur a Stenbolê pêk hat de 5 kes canê xwe ji dest dan û 26 kes jî birîndar bûn.

Qeza vê şeveqê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobuseke rêwîyan li ser Şahrêya Marmaraya Bakur li Bihoreka Jorîn qelibî û ji rê derket. Di encama qezaya ku pêk hat de 5 kes canê xwe ji dest dan û 26 kes birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Tê diyarkirin rewşa 10 kesên birîndar giran e.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler