Li Stenbolê şofêr otobusê bi ser rawestgehê de ajot: Mirîyek 12 birîndar
Li Stenbolê şofêr otobusê bi ser rawestgehê de ajot, di encama bûyera ku pêk hat de kesek canê xwe ji dest da û 12 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li Beşîktaşa navçeya Stenbolê şofêr otobusê bi ser rawestgehê de ajot, di encama bûyera ku pêk hat de kesek canê xwe ji dest da û 12 kes jî birîndar bûn.
Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Şaredarîya Bajêra Mezin a Stenbolê Murat Ongun daxuyanîyek belav kir.
Ongun di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir; şofêrê otobusa ku sefera Kaxitxane-Kabataşê dikir bi ser rawestgehekê de ajot û bû sedem ku 13 kesên di otobus û li rawestgehê birîndar bibin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û digel temamê midaxeleyan kesekî birîndar jiyana xwe ji dest da.
Tê diyarkirin şofêr piştî ku berê otobusê da li ser rawestgehê di destê wî de kêr hebû û ji otobusê pîya bûye û dû re xwe avêtiye behrê. Hat hînbûn ji birîndarkirin û bi kêrê êrîşkirinê sabikaya şofêr heye.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.