Li Sûdanê artêş televîzyona dewletê dorpêç kir
Li Sûdanê artêşavahîya televîzyona dewletê dorpêç kir û hinek leşker ketin nava avahîyê.
Hat ragihandin li Sûdanê artêş avahîya televîzyona dewletê dorpêç kir û hinek leşker ketin nava avahîyê. Tê diyarkirin ew ê artêş di demeke kurt de daxuyanîyeke muhîm bide.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Omdurmana duyemîn bajêra mezin a Sûdanê artêş avahîyên televîzyon û radyoyên dewletê dorpêç kir.
Li gorî daxuyanîya ku ji radyo û televîzyonê hat belavkirin ew ê artêş di demeke kurt de “daxuyanîyeke muhîm” belav bike.
Kesên şahid destnîşan dikin ji radyoya muzîka neteweperwer tê lêdan û li kolanên Hartûmê gelek leşkerên çekdar hatine bicîkirin.
Tê diyarkirin rayedarên leşkerî bêyî Serokomar Beşîr hatine ba hev.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.