Li Sûdanê rewşa awarte cardin hat dirêjkirin
Rewşa awarte ya ku di 22ê Sibata sala 2018an de li Sûdanê hat îlankirin ji bo 3 mehan hat dirêjkirin.
Hat ragihandin rewşa awarte ya ku di 22ê Sibata sala 2018an de li Sûdanê hat îlankirin ji bo 3 mehan hat dirêjkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Konseya Leşkerî Muhammed el-Fekkî Suleyman ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Suleyman di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir li Sûdanê rewşa awarte ya heyî ji bo 3 mehan hat dirêjkirin.
Piştî ku Omer el Beşîrê serokomarê berê yê Sûdanê ji îdarê hat xistin re xwepêşan dest pê kiribûn û di 22ê Sibata sala 2018an de ji bo 6 mehan rewşa awarte hatibû îlankirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.