Li Sûrîyê di meheke dawî de 57 jê zarok tevde 197 kesên sîwîl hatin qetilkirin

Li Sûrîyê di meheke dawî de 57 jê zarok tevde 197 kesên sîwîl hatin qetilkirin

Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Sûrîyê destnîşan kir di meha çileyê de 57 jê zarok tevde 197 kesên sîwîl hatin qetilkirin.

Derbarê kesên sîwîl ên ku li Sûrîyê tên qetilkirin de ji teref Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Sûrîyê ve raportek hat amadekirin. Di raporta ku hat amadekirin de bal hat kişandin li ser qetilkirina kesên sîwîl û derbarê mijarê de hat diyarkirin di meheke dawî de 57 jê zarok tevde 197 kesên sîwîl hatin qetilkirin.

Di berdewama raporta ku hat amadekirin de hat diyarkirin 13 jê zarok û 3 jê pîrek tevde 30 kesên sîwîl ji teref PKKê ve hatin qetilkirin û di êrîşên leşkerî yên Rûsyayê de jî 2 jê zarok, yek jê pîrek tevde 9 kes û di êrîşên DAIŞê de jî 3 jê zarok û yek jê pîrek 13 kesên sîwîl hatine qetilkirin.

Di êrîşa koalîsyona ku Amerîka jê re pêşîvantîyê dike de jî 15 jê zarok û 12 jê pîrek tevde 37 kes hatin qetilkirin û 64 kesên din ên sîwîl hêj nehatiye tespîtkirin ka ji teref kî ve hatine qetilkirin

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.