Li Sûrîyê êrîşa bombeyî: 12 mirî
Li Çobanbeya Sûrîyê ya li ber sînora Tirkîyê bi wesayîta bombebarkirî êrîşek hat lidarxistin, di encama êrîşa ku hat lidarxistin 12 kes canê xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li Çobanbeya Sûrîyê ya li ber sînora Tirkîyê bi wesayîta bombebarkirî êrîşek hat lidarxistin, di encama êrîşa ku hat lidarxistin 12 kes canê xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin êrîşa bombeyî li Çobanbeya girêdayê Helebê ya ku li hember Kîlîsê ye pêk hat. Tê diyarkirin êrîş li nêzî nexweşxaneyekê pêk hat.
Ji ber tesîra teqînê gelek mal û dikan zirar dîtin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.