Li Suweydeya Sûrîyê êrîşa xwekuj: 27 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Suweydeya Sûrîyê êrîşa xwekuj: 27 kesan jiyana xwe ji dest dan

Di êrîşa ku li Suweydeya Sûrîyê hat lidarxistdin 27 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin li Suweydeya Sûrîyê  êrîşa xwekuj hat kirin. Li gor agahîyên ku di medyaya Sûrîyê hatine parvekirin di êrîşê de 27 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Çavkanîyên mehelî DAIŞê wek berpirsê êrîşan nîşan didin. Di êrîşên ku ji doh vir ve li Sûrîyê hatin kirin de heta niha 38 kesan jiyana xwe ji dest dan û 37 kes jî birîndar bûn.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.