Li Tacîkistanê pevçûn: 15 êrîşkar hatin kuştin
Di encama êrîşa çekdarî ya ku li ser sînora Tacîkistan-Ozbekistanê li qereqolekê hat kirin de 15 kesên êrîşkar hatin kuştin.
Hat ragihandin di encama êrîşa çekdarî ya ku li ser sînora Tacîkistan-Ozbekistanê li qereqolekê hat kirin de 15 kesên êrîşkar hatin kuştin.
Li Tacîkistanê kesên êrîşkar bi çekan êrîş birin li ser qereqoleke ku 60 kîlometre ji Duşanbeya paytexta Tacîkistanê. Di encama êrîşa ku hat kirin de 17 kes mirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji 17 kesên ku mirin e 15 kes kesên êrîşkar in û her 2 mirîyên din jî yek jê polês û yê din jî muhafizê sînor e.
Hat hînbûn di êrîşê de 5 kesên êrîşkar bi saxitî hatin girtin.
Rayedarên Tacîkî destnîşan kirin êrîş ji teref DAIŞê ve hatiye kirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.