Li Tahranê qeza: 7 mirî 14 birîndar

Li Tahranê qeza: 7 mirî 14 birîndar

Li Îranêqezayeke zincîrî pêk hat, di encama qezaya ku pêk hat de 7 kes jiyana xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li ser 20emîn kîlometreya Tahrana Paytexta Îranê qezaya zincîrî pêk hat. Ji ber qezaya ku pêk hat otobuseke rêwîyan şewitî.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di qezaya ku pêk hat de 7 kes jiyana xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.

Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexwşexanê.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.