Li Tanzanyayê hejmara mirîyan derket 136an
Hejmara kesên ku li Tanzanyayê di encama bûyera binavbûna ferîbotê de jiyana xwe ji dest dan derket 136an.
Berî vê du rojan li Tanzanyayê di Gola Vîktoryayê de ferîboteke rêwîyan a ku tê diyarkirin 400 kes tê de bûn binav bû. Di encama bûyera ku qewimî de gelek jiyana xwe ji dest dan û her ku diçe hejmara mirîyan zêdetir dibe.
Li gor agahîyên herî dawî yên ku hatine wergirtin hejmara kesên mirî derket 146an. Heta niha bes 40 kes hatin rizgarkirin û bo ên winda jî bên dîtin xebat berdewam dikin.
Derbarê bûyerê de lêpirsînê hat destpêkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.