Li Tekîrdaxê dayikek û du zarokê wê hatin kuştin

Li Tekîrdaxê dayikek û du zarokê wê hatin kuştin

Li Tekîrdaxê pîrekek û du zarokên wê yek ji wan 8 salî yê din jî 6 salî di mala xwe de hatin kuştin.

Li Marmaraerexlîsya navçeya Tekîrdaxê jinek û du zarokên xwe yên lawik di mala xwe de mirî hatin dîtîn.

Bûyer li taxa Yenîçîftlîk ya ku li kolana Karanfîlê qewimî. Piştî hat dîtin ku camên mala Hayatî Bellî şikestîyê ji malê guman hat girtin, piştî cîranan li hindur nerîn ferq kir ku jinek û du zarokên wê di malê de hatine kuştin.

Piştî cîranan xeber dan ekîbên cendermeyan û yên tendirustîyê sewqî ciyê bûyerê hatin kirin. Kekîbên tendirustîyên teşxîs kirin ku dayik Guzel Bellî û zarokên wê Ardinç (6) û Arda (8) piştî bi wan îşkence hatîye kirin hatine kuştin.

Kesên ji hedîseyê re bûnin şahid îfade kirin ku zilamê Guzel Bellî, Hayatî Bellî piştî bûyerê ji devera bûyerê revîyayê.  

Cenderme û polês ji bo falilê bûyerê bigre operasyonek berfireh dan destpêkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.