Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 297 hezarî

Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 297 hezarî

Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 297 hezar û 382 kes canê xwe ji dest dan.

Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 297 hezar û 382yan û hejmara kesên pêketî jî derket  4 milyon û 417 hezar û  903 kesan.

Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê 85  hezar 29 kes mirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.