Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 619 hezarî

Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 619 hezarî

Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 619 hezar û 520 kes canê xwe ji dest dan.

Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 619 hezar û 520  kesan û hejmara kesên p-êketî jî derket  15  milyon  û 96  hezar û 317 kesan.

Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê 144 hezar û 953 kes mirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler