Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 757 hezarî

Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 757 hezarî

Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 757 hezar û 471 kes canê xwe ji dest dan.

Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 757 hezar û 471 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket  21  milyon  û  72  hezar û 125 kesan.

Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê 170 hezar û 415 kes mirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.