Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 763 hezarî

Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 763 hezarî

Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 763 hezar û 539 kes canê xwe ji dest dan.

Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 763 hezar û 539 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket 21 milyon û 366 hezar û 680 kesan.

Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê 171 hezar û 535 kes mirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.