Li tevahîya cîhanê ji ber corona vîrusê zêdetirî 8 hezar kes canê xwe ji dest dan

Li tevahîya cîhanê ji ber corona vîrusê zêdetirî 8 hezar kes canê xwe ji dest dan

Hat daxuyandin li cîhanê tevde bi 203 hezar kesan re corona vîrus hat tespîtkirin.

Li Îtalyayê di 24 seatên dawî de 475 kes canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 2 hezar û 978 kesan.

Li Îngîlterê jî ji ber vîrusê hejmara mîrîyan derket 104 kesan. Heta qerareke din mekteb tev hatin tatîlkirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îspanyayê heta niha 13 hezar û 700 kes bi coronayê ketin û 588 kes jî mirin.

Her wisa li welatên din jî ji ber corona vîrusê tedbîr tên standin da ku vîrus belav nebe.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.