Li Wanê 113 kîlo eroîn hat bidesxistin
Di operasyona ku li Wanê ji teref polêsan ve hat lidarxistin de 113 kîlo eroîn hat bidestxistin.
Hat ragihandin di operasyonên ku li Tuşba û Elbaka Wanê hatin lidarxistin de tevde 113 kîlo eroîn hat bidestxistin.
Di daxuyanîya ku ji teref Midûrtîya Ewlehîyê ya Wanê ve hat dayîn de derbarê mijarê de hat diyarkirin wezîfedarên Midûrtîya Şaxa Micadeleya Sûcên Narkotîk li Tuşba û Elbaka Wanê li dijî tacirên tiryakê operasyon li dar xistin di encama operasyonan de 113 kîlo eroîn hat bidestxistin û 3 kesên bi navê A.B., M.B. û F.Y. jî hatin binçavkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.