Li Wanê wesayîta ku penaber tê de bûn qeza kir: 20 birîndar

Li Wanê wesayîta ku penaber tê de bûn qeza kir: 20 birîndar

Li Miksa navçeya Wanê wesayîta ku penaber tê de bûn qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 20 penaberên di wesayîtê de birîndar bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Wanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; qeza derdora seat 22.00an de pêk hat, li cihê bûyerên hat tespîtkirin ku ji 55 penaberên ku di wesayîtê de bûn tevde 20 penaber birîndar bûne.

Di berdewama daxuyanîyê hat diyarkirin penaberên ku birîndar bûne bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.